Berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyan li Quştepeyê hat danan
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, “Berê binyatî ji bo hejmareke pirojeyan, bi gojimê zêdetirî sê milyar dînaran, li Quştepeyê tê danan û tevaya wan jî pirojeyên xizmetkarî ne û ji bo xizmeta welatiyan in.”
Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sasan Ewnî îro (Duşem, 23.09.2024) di kongireyeke rojnamevanî de ragehand, “Di berdewamiya kar û pirojeyên xizmetkarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo tevaya bajar û bajarkan û xasma ji bo bajarkê Quştepeyê, li ser rênima û raspardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, em berê binyatî ji bo çend pirojeyan dadinin.”
Sasan Ewnî herwesa got, “Bi amadebûna fermangeh û dezgehên îdarî, em îro berê binyatî ji bo çend pirojeyan dadinin, ku bi gojimê zêdetirî sê milyar dînaran ji bo bajarkê Quştepeyê tên bicihanîn, tevaya wan pirojeyan jî pirojeyên xizmetkariyan in.”
Navbirî tekez jî kir, “Wan pirojeyan dê bandoreke baş ji bo zêdetir avedankirin û akincîbûn û xizmetkariyên welatiyan hebe. Ew piroje jî ji cade, qîrkirina cadeyan, keskkirina navendî û avrêjan pêk tên, ku hûrgiliyên din Şaredariya Quştepeyê eşkere dike.”