Wezîrê Bazirganiyê: Em bangî kompaniyên Fransayî dikin ku weberhênanê li Kurdistanê bikin

Kemal Mislim
Kemal Mislim

Navenda Nûçeyan (K24) - Yekemîn Korbenda Aborî ya Fransa û Kurdistanê îro (Duşem, 23.09.2024) bi hevahengî di navbera Desteya Weberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bizava Aborî ya Fransayê de li Parîsê bi rê ve diçe.

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kemal Mislim di çarçoveya birêveçûna Korbenda Aborî ya Fransa û Kurdistanê de li Parîsê ji K24ê re ragehand, “Ev korbenda Parîsê gelek giring e, me di panelekê de ron kir ku giringiya Herêma Kurdistanê ji bo weberhênan û derfetên karî çi ye, herwesa jîngeha Herêma Kurdistanê ji bo weberhênanê çawa ye.”

Kemal Mislim herwesa got, “Me daxwaz ji aliyê Fransayî kir ku weberhênerên Fransayê bên Herêma Kurdistanê û weberhênanê bikin, ji ber ku ji hemî aliyan ve jîngeheke guncayî heye û devereke aram e jî.”

Navbirî amaje jî da, “Ji aliyê siyasî ve peywendiyeke gelek baş di navbera her du aliyan de heye, lewma divê peywendî di warê aborî de jî reng vedin.” Herwesa got, “Ev korbend giring e ji ber ku mixabin heta niha weberhênerên Fransayî di giringiya Herêma Kurdistanê negehiştine. Ew wesa difikirin ku Kurdistan jî wekî cihên din ên Îraqê ne aram e, lewma me daxwaz ji wan kir ku serdana Herêma Kurdistanê bikin, peywendiyên bazirganî mukomtir bikin, kargehan damezrînin, û em jî dê hêsankariyan jê re bikin.”

Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê ron jî kir, “Me behsa wê yekê jî kir ku divê kelûpelên Fransayê bên Herêma Kurdistanê, wekî sûkeke mezin, ji ber ku çavê Îraqê jî li sûka Herêma Kurdistanê ye. Herwesa divê Fransa jî ji bo vejandina kelûpelên Herêma Kurdistanê bibe sûkek.”

Kemal Mislim tekez jî kir, “Fransayê ezmûneke mezin di warê pîşesazî û bazirganî de heye, ew jî derfetek e ku em bikarin feydeyî ji Frnasayê werbigirin. Herwesa îro êvarê jî me civînek bi kompaniyên Fransayî re heye, ku em dikarin zêdetir gengeşeyan li ser vê mijarê bikin û zêdetir têgehiştin li ser karan hebe.”

Fly Erbil Advertisment