Nêçîrvan Barzanî pêşketin û geşepêdana Îdareya Serbixwe ya Soranê bilind nirxand

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serpereştyarê Îdareya  Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb û berpirsên yekeyên îdarî yên bajarê Soranê civiya.

Di civînê de, rewşa îdarî û xizmetguzarî di rêveberiyê de û giringiya pêgeha erdnîgariya Soranê û deriyên sînorî, bi taybetî di warê bazirganî, aborî û geştiyariyê de hate gotûbêjkirin û herwiha behsa pêwîstiyên deverê di warên cuda de hate kirin.

Nêçîrvan Barzanî amaje bi zemîn û îmkanên pêşdebirina zêdetir a deverê di warên cuda cuda de kir, destxweşî li serpereştyar û berpirsên yekeyên îdarî yên Îdareya Serbixwe yên Soranê, ji bo kar û xizmetên ku pêşkêş kirine. Herwiha pêşketin û geşepêdana deverê bilind nirxand.

Di mijareke din ya civînê de jî, pilan û bernameyên paşerojê yên kar û projeyên deverê û çawaniya çareserkirina kêşe û kêmasiyan û dabînkirina pêwîstiyan hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de Serokê Herêma Kurdistanê piştgîriya xwe ya temam bo Îdareya Soranê ji bo xizmetkirina baştir a deverê tekez kir.

Kampanyaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û amadekariyên proseya dengdanê, mijareke din a civînê bû û Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringiya hilbijartinan kir û daxwaz ji hemû aliyan kir ku bi awayekî şaristanî û aştiyane kampanyayê birêve bibin.

Çend mijarên din ên girêdayî rewşa giştî ya devera Soranê, aliyekî din ê civînê bûn.

Fly Erbil Advertisment