Nêçîrvan Barzanî bi parêzgar û rêveberiya Silêmaniyê re civiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 24ê Îlonê serdana parêzgeha Silêmaniyê kir û bi Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir û hejmarek berpirsên din re civiya.
Di civînê de, rewşa giştî ya parêzgeha Silêmaniyê, bi taybetî di warê îdarî û xizmetguzarî de û herwiha amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û destpêkirina kampanyaya hilbijartinan hate gotûbêjkirin. Herwiha behsa pêwîstiyên çend projeyan li parêzgehê kirin.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser serkeftina hilbijartinan û proseya dengdanê kir û tekezî li wê yekê kir ku li Silêmaniyê û tevahiya Herêma Kurdistanê kampanyayeke şaristanî ya hilbijartinan bê kirin.
Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo rêveberiya parêzgeha Silêmaniyê nîşan da û biryar cibicîkirina hejmarek ji daxwazên wan da.
Ji aliyeke din ve, çawaniya pêşxistina sektorên curbicur li parêzgeha Silêmaniyê û hewla çareserkirina kêşeyên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê û çendîn mijarên din yên girêdayî karûbarên parêzgehê, mijarên din ên civînê bûn.