Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî alîkariyên bijîşkî li navçeya Şera belav dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo pêşkêşkirina alîkariyên bijîşkî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê serdana navçeya Şera kir, xelkê navçeyê jî dibêjin, serdana Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gaveke pîroz e, ji ber rewaş vê navçeyê ya zehmet û nebûna derfetan, gelek nexweş bê çareserî mane.

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi tîmeke bijîşkî ya gerok derbasî navçeya Şera ya Efrînê bû û alîkariyên bijîşkî û dermanên pêwîst pêşkêşî xelkê navçeyê kirin.

Dr. Cîhan: “Em hatine vê derê ji bo xizmetên bijîşkî, çareserî û derman pêşkêşî nexweşan bikin. Em bi gelemperî li rewşa kesên bi temen û nexweşiyên wan dinêrin û çareseriyên pêwîst pêşkêş dikin. Herwiha li rewşa zarokan jî dinêrin û dermanên pêwîst didin wan.

Rewşa navçeya Şeran gelek zehmet e, nexweşxane û navendên tendrustiyê kêm in û ne hemû dermanên pêwîst peyda dibe. Ji bilî wê yekê jî, rewşa aborî ya xelkê xerab e, ji ber wê jî çûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyê xelkê ve wek gavekî pîroz tê dîtin.

Welatî Mihemed Seydo: Kesê nexweş bibe, çareserî tune ye û pereyên wan jî nîne. Di vê mehê de 5-6 kes li vî gundî mirine.”

Welatî Fatîme Silêman: “Ez nexweş im. Bogirê min diêşe. Ez nikarim xew bikim. Ez hatin ku binêrim dê çi dermanî bidin min.”

Yek ji karên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Efrînê, pêşkêşkirina alîkariyên bijîşkî ye û tîmên wê yên gerok li hemû navçe û gundên Efrînê digerin û çareserî û dermanên pêwîst pêşkêşî nexweşan dikin.