Nûtirîn zanyar li ser hilbijartinên Gera Şeşê ya Perlemana Kurdistanê

Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan

Navenda Nûçeyan (K24) - Bangeşeya hilbijartinan sibe (Çarşem, 25.09.2024) dest pê dike û heta 15ê Cotmeha îsal berdewam dibe, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li roja 20ê Cotmeha îsal tên kirin. Civata Komisyarên Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê jî lîsta navên kandîdên pejirandî parve kir, ku 1191 kes in.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Cumane Xelay îro (Sêşem, 24.09.2024) ji K24ê re ragehand, “Ji bo dengdana giştî, navendên tomarkirina dengdana giştî ji 173 navendan ji her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê (Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce) pêk tê, bingehên dengdanê ji 1266 bingehan û herwesa westgeh jî ji 6318 westgehan pêk tên.”

Cumane Xelay li ser dengdana taybet jî amaje da, “Hejmara bingehên dengdanê li parêzgehên Herêma Kurdistanê û pareke parêzgehên Îraqê ji 165 bingehên dengdanê pêk tê, herwesa hejmara westgehan jî ji 749 westgehan pêk tê.”

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê zanyar li ser dengdana kesatiyên giring (VIP) jî parve kirin û got, “Ji bo kesatiyên giring li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, sê bingehên dengdanê tên danan. Herwesa hejmara westgehan jî dibe sê westgeh.”

Civata Komisyarên Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê di rûniştina xwe ya îro de lîsta navên kandîdên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê pejirand, ku hejmara wan dibe 1191 kes.

Ew lîsta navan bi navê 1. Azad Ekrem Behram Mihemed dest pê dike û bi navê 1191. Welîd Elî Silêman Hisên bidawî tê.

Fly Erbil Advertisment