Serok Barzanî pêşwaziya hejmareke endamên tayê Dihokê yê Komeleya Şehîdên Zindî dike

Serok Barzanî bi hejmareke endamên tayê Dihokê yê Komeleya Şehîdên Zindî re
Serok Barzanî bi hejmareke endamên tayê Dihokê yê Komeleya Şehîdên Zindî re

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya hejmareke pêşmergeyên endamên tayê Dihokê yê Komeleya Şehîdên Zindî dike.

Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 24.09.2024) li Pîrmamê pêşwaziya hejmareke pêşmergeyên endamên tayê Dihokê yê Komeleya Şehîdên Zindî kir.

Bi merema dîtina Serok Barzanî û bilindragirtina salvegera heftê ya referandoma gelê Kurdistanê, ew Pêşmerge li roja 19ê Îlona 2024ê ji bajarê Dihokê bi pêyan ber bi Pîrmamê ve bi rê keftibûn, piştî pênc rojan gehiştin Pîrmamê û ew helkefta niştmanî û dîrokî li Serok Barzanî pîroz kir.

Serok Barzanî di wê hevdîtinê de spasî û rêzên xwe arasteyî wan qehremanan kirin, ku tevî rewşa xwe ya tendirustî ji bo bîranîneke niştîmanî zehmet kêşa û bîranîna referandomê bilind ragirt.

Serok Barzanî herwesa pesna canê fedakarî û niştîmanperwerî yê wan kir, ku li sengerên Pêşmergeyan bi awayekî azayane bergirî ji ax û niştîmanî kiriye.

Fly Erbil Advertisment