Nêçîrvan Barzanî: Hilbijartina perlemaneke bihêz ji bo sîstemeke demokrasî û dezgehî û çaksaziyê derfet û arîkariyeke giring e

Nêçîrvan Barzanî: Em hemî di Kurdistanîbûnê de hevpar in û çarenivîsa me tevan bi hev re ye

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta destpêkirina bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê peyamek arasteyî part û aliyên siyasî yên ku tevlî hilbijartinan bûne û welatiyên Herêma Kurdistanê kir, zêdebarî ku dawaz ji aliyên siyasî kir ku pabendî qanûn û rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bin, herwesa ragehand ku hilbijartina perlemaneke bihêz ji bo mukomkirina sîstemeke demokrasî û dezgehî û çaksaziyê derfet û arîkariyeke giring e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî herwesa di peyama xwe de daxwaz ji aliyê siyasî kir ku bangeşeyeke aram û şaristanî bi rê ve bibin û bernameya hilbijartinan ku cihê bawerê û bendemana xelkê Herêma Kurdistanê be pêşkêş bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwesa got, “Armancên xelkê Herêma Kurdistanê mezin in û derfeteke berfireh a hevrikiyên şaristanî di navbera alî û lîst û kandînan de heye. Hemî azad in ku propagandayan ji bo siyaset û bernameyên xwe bikin, rexneyan bigirn, llê divê çi kes û alî rêyê bi xwe nedin ku kerb û kînê belav bikin.”

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser pêdivîtiya parastina rêz û pêgeha jinan kir û got, “Parastina jinan bi giştî û kandîdbûna wan ji bo hilbijartinên perlemanê ji bo Herêma Kurdistanê pîvereke giring e.” herwesa got, “Aliyên siyasî û kandîd dijminên yek nînin, belkî hevrikên yek ên siyasî ne. Hemî di Kurdistanîbûnê de hevpar in û çarenivîsa me tevan bi hev re ye, lewma erkê me tevan e ku em bi hev re bizavê bikin piroseyeke demokratî bi awayekî aştiyane bi rê ve bibin.”

Navbirî herwesa ragehand, “Hilbijartina perlemaneke bihêz ji bo mukomkirina sîstemeke demokrasî û dezgehî û çaksaziyê derfet û arîkariyeke giring e, herwesa ji bo parastina Herêma Kurdistanê û bicihanîna sîstema federalî û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.”

Tekista peyama Serokê Herêma Kurdistanê:

Welatiyên xweşevî yên Kurdistanê,

Aliyên siyasî,

Lîst û kandîdên rêzdar,

Ev dema we baş...

Sibe bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dest pê dikin. Ez daxwazê ji hemî aliyan dikim ku pabendî qanûn û rênimayên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bin. Bangeşeyeke aram û şaristanî bi rê ve bibin û bernameya hilbijartinan ku cihê bawerê û bendemana xelkê Herêma Kurdistanê be pêşkêş bikin.

Bangeşeuek be ku nebe sedema girjiyên navbera aliyan û parvekirina civakê, wêneyekî xweşik ê Herêma Kurdistanê berçav bike û rengvedana çanda zengîn a pêkvejiyan û hevpejirandin û hemerengiya civaka Kurdistanê û pêkhateyên wê be.

Armancên xelkê Herêma Kurdistanê mezin in û derfeteke berfireh a hevrikiyên şaristanî di navbera alî û lîst û kandînan de heye. Hemî azad in ku propagandayan ji bo siyaset û bernameyên xwe bikin, rexneyan bigirn, llê divê çi kes û alî rêyê bi xwe nedin ku kerb û kînê belav bikin.

Ez li vê derê taybet tekezê li ser pêdivîtiya parastina rêz û pêgeha jinan dikim. Parastina jinan bi giştî û kandîdbûna wan ji bo hilbijartinên perlemanê ji bo Herêma Kurdistanê pîvereke giring e.

Aliyên siyasî û kandîd dijminên yek nînin, belkî hevrikên yek ên siyasî ne. Hemî di Kurdistanîbûnê de hevpar in û çarenivîsa me tevan bi hev re ye, lewma erkê me tevan e ku em bi hev re bizavê bikin piroseyeke demokratî bi awayekî aştiyane bi rê ve bibin.

Piştî hilbijartinan, divê serkeftî careke din bi hev re ji bo pêkanîna hikûmetê rûnin, ên ku dibin opozisyon jî, her divê di warê qanûndananê û çavdêrîkirinê de, serederiyê bi hikûmet û dezgehên Herêma Kurdistanê re bikin.

Pêkvejiyana aştiyane ya hemî netewe û olan rûyekî geş û bingeheke bihêz a serkeftina Herêma Kurdistanê ye. Em hemî bi hev re xwediyên hemî destkeftî û pêşkeftinên Kurdistanê ne. Parastina wê pêkvejiyanê erkê me tevan e.

Lewma divê di bangeşeya hilbijartinan de rêz li pîrozî û hêma û sembolên Kurdistanê û hemî pêkhateyên wê bê girtin. Em piştevaniya îradeya azad a hemî pêkhateyên Herêma Kurdistanê dikin. Dezgeh û aliyên ewlehiyê jî, divê birêveçûna aştiyane û bê arêşe ya bangeşeya hilbijartinan biparêzin.

Kurdistaniyên ezîz

Em li Serokatiya Herêma Kurdistanê demeke zêde bi aliyên siyasî re ji bo nehêlana duberekiyan li ser hilbijartinan mijûlî danûstandinan bûn. Em qet bi paşxistinê re nebûn, lê pêxemetî berjewendiya bilind a Herêma Kurdistanê û ji bo ku hilbijartin bi tevlîbûna hemî aliyên siyasî û pêkhateyan bi ve biçe, me bi neçarî çend caran paş xist.

Spasî û rêz ji bo Hikûmeta Federalî, ji bo rêzdar Serokwezîr Sûdanî, herwesa ji bo rêzdar Serokê Desthilata Dadwerî ya Îraqê Fayeq Zêdan, ku bi temamî ji bo nehêlana hemî arêşeyên di rêya rêkxistin û amadekariyên hilbijartinan de alîkar bûn.

Spasî û rêz ji bo hevkariya Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan, dostên me li Civaka Navdewletî, nûnerên Neteweyên Yekgirtî û welatan li Îraq û Herêma Kurdistanê, ji bo alîkarî û dilgermiya wan ji bo birêveçûna hilbijartinan.

Welatiyên ezîz

Seng û mukombûna pêgeha Herêma Kurdistanê û nûbûna rewatiya dezgehan, girêdayî birêveçûna û serkeftina hilbijartinan bi awayekî pakij û azad e, lewma li hemî cihan çavê dostên me li ser vê piroseya hilbijartinan e û erkê me tevan e bi hev re ji bo serkeftina wê kar bikin.

Hilbijartina perlemaneke bihêz ji bo mukomkirina sîstemeke demokrasî û dezgehî û çaksaziyê derfet û arîkariyeke giring e, herwesa ji bo parastina Herêma Kurdistanê û bicihanîna sîstema federalî û misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê.

Bi hêviya bangeşeyeke aram û serkeftina hilbijartinan.

Ez daxwaza demeke xweş ji bo hemî aliyan dikim.

Fly Erbil Advertisment