Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li bajaran çavdêriya bangeşeya hilbijartinan dike

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan
Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan

Navenda Nûçeyan (K24) - Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo piroseya hilbijartinan bi awayekî azad û pakij û aram li Herêma Kurdistanê diyar dike û radigehîne ku, bi çend tîmên taybet li tevaya bajaran çavdêriya piroseya bangeşeya hilbijartinan dike.

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan a Herêma Kurdistanê li ser destpêkirina bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê peyamek parve kir û tê de ragehand, “Piroseya hilbijartinan bingeheke serekî ya demokrasî û civaka medenî ye û yek ji bingehên serekî yên mafên mirovan e, em bi temamî piştevaniya piroseya hilbijartinan bi awayekî azad û pakij û aram dikin.”

Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan herwesa got, “Daxwaza me ew e hêz û aliyên ku tevlî hilbijartinan bûne helmeta bangeşeyê bi hestkirin û berpirsyarîtî dûrî navzirandin û şkandina hev bi rê ve bibin, herwesa bi temamî rêzê li qanûn û rênimayên Komisyona Hilbijartinan bigirin û pabend bin û rêzê li nirx û etîkêtên niştîmanî bigirin.”

Desteya navbirî eşkere jî kir, “Em wek erkekî pîşeyî, pêxemetî hilbijartinan bi awayekî şefaf û dûrî arêşeyan û nîşandana wêneyekî xweşik ê demokrasiyê ji bo cîhanê, bi çend tîmên taybet li tevaya bajaran çavdêriya piroseya bangeşeyê dikin.”

Fly Erbil Advertisment