Serok Barzanî û Balyozê Fransayê danûstandinan li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Çarşem, 25.09.2024) pêşwaziya Balyozê Fransayê li Îraqê Patrick Durel kir.
Li dû ragehandina Baregayê Barzanî, di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê Yan Brem jî tê de amade bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser dawî pêşhatên siyasî û guhertinan li ser astê Îraq û deverê û herwesa peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî li hev guhertin.
Baregayê Barzanî eşkere jî kir, “Her du aliyan amaje da giringiya wê korbenda aborî Ya ku li ser peywendiyên aborî yên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê de li Parîsê hat rêkxistin, herwesa tekez li ser pêşxistina peywendiyên aborî yên navbera her du aliyan kir.
Birêveçûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Cotmeha bê jî mijara tewerekî din ê wê hevdîtinê bû.
