Bizava Goranê tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dibe

Logoya Bizava Goranê
Logoya Bizava Goranê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bizava Goranê tevlî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê dibe û di çend rojên bê de bernameya xwe ji bo bangeşeyê radigehîne.

Çavkaniyeke bilind ji Bizava Goranê ji peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê Hawjîn Cemal re ragehand, “Odeya Hilbijartinan a Bizava Goranê îro (Çarşem, 25.09.2024) civiya û biryar da ku, tevlî hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê bibe.”

Li dû zanyarên K24ê, ew civîn bi hejmareke organan re hatiye kirin û tê de danûstandin li ser “danana mîkanîzma bangeşeyê ya Bizava Gioranê ji bo hilbijartinên Perlemana Kurdistanê” hatine kirin.

Li dû eynî çavkaniyê, medyaya fermî ya Bizava Goranê û rûpel û malperên wê ev çend roj in dest bi bangeşeya hilbijartinan kiriye, lê di çend rojên bê de bernameya siyasî ya wê bizavê ji bo bangeşeyê û hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi awayekî fermî tê ragehandina.

Hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê li roja 20.10.2024ê bi serperiştiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê tên kirin.

Bi biryara Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, îro (Çarşem, 25.09.2024) bangeşeya hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê dest pê dike û heta roja 15.10.2024ê berdewam dibe.

Fly Erbil Advertisment