Li Bedlîsê erdhejeke bi hêza 4.7 pileyan çêbû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor AFADê Li navçeya Tûxa ya Bedlîsê erdhejek bi hêza 4.7 pileyan pêk hat.
Li gor daxuyanîya Saziya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD), navçeya Tûxa ya Bedlîsê îro demjimêr 14.50ê erdhejek bi hêza 4.7 pileyan pek hat û kûrahiya wê 5.4 kilometre hat pîvan.
Her wiha hat ragihandin, erdhêj li bajêrên derdorê jî hat hiskirin û heta niha agahiyek derbarê ziyanên canî û malî de nehatine bidestxistin.