Pirojeya Kornîşê Xurmalê tê bicihanîn
Navenda Nûçeyan (K24) - Xurmal di dema borî de bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû qeza, niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze wê qezayê zêdetir pêş bixe û çend pirojeyan lê bi cih bîne.
Destê avedaniyê yê Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemî bajaran berdewam e. Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, şandeke çavkaniyên avê mijûlî dîzaynkirina pirojeya kornîşî ne, ku vê pirojeyê feydeyên girêdayî avê û geştyariyê hene.
Birêveberê Giştî yê Çavkaniyên Avê Karwan Sebah Hewramî ji K24ê re ragehand, “Piştî ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku Xurmal ji nahyeyê bibe qeza, di çarçoveya wê giringiya wî ji bo vejandin û pêşxistina deverê de, em hatin raspartin ku çawa feydeyî ji çavkaniyên avê yên deverê werbigirin.”
Tevî ku niha jî navber navber geştyar tên wê çavkaniyê, lê bê xizmet e. Vê pirojeyê feydeyên geştyarî û girêdayî avê jî dê hebin.
Birêveberê Avdêriya Helebceyê Eşref Hesen ji K24ê re got, “Ev piroje pirojeyekî berfireh e, hem geştyarî ye û hem jî girêdayî avê. Cihê wê jî gelek guncayî ye.”