Rêya dualî ya Spîlk - Xelîfanê hatin û çûna welatiyan hêsan kiriye

Rêya dualî ya Spîlk - Xelîfanê
Rêya dualî ya Spîlk - Xelîfanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêya Spîlk - Xelîfanê pareke rêya serekî ya navbera Hewlêr û Soranê ye. Dualîkirina vê rêyê bûye sedema hêsankariyê ji bo hatin û çûna welatiyan. Ev piroje bi gojimê 64 milyar dînaran hatiye bicihanîn.

Pirojeya rêya dualî ya Spîl - Xelîfanê yek ji pirojeyên giring ên Îdareya Serbixwe ya Soranê ye, ku Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 15ê Îlona 2022ê berê binyatî jê re danabû û niha temam bûye.

Dirêjiya vê rêyê 8.5 kîlometr e, ji çepên Spîlkî dest pê dike heta digehe deriyê komelgeha Xelîfanê. Ev piroje bi gojimê 64 milyar dînaran hatiye bicihanîn.

Hejmareke welatiyên deverê ji Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragehand, “Em destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, dualîkirina vê rêyê wesa kiriye ku em bi hêsanî bikarin hatin û çûnê bikin.”

Rêya Spîlk - Xelîfanê pareke rêya serekî ya navbera Hewlêr û Soranê ye, bi dualîkirina vê rêyê hêsankariyeke zêde ji bo hatin û çûna welatiyan, geştyaran û bazirganan çê bûye.

Ev piroje yek ji wan 585 pirojeyên giring ên rêyan e ku di dema Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine temamkirin, herwesa pareke rêya Hamiltonê ye ku deriyê sinorî yê Hacî Omeranê bi parêzgeha Hewlêrê ve girê dide û dibe sedemek ji bo vejandina kartê bazirganî û geştyarî yê Îdareya Serbixwe ya Soranê.