Bereyê Miqawemeyê li Îraqê bo cara sêyê êrîş kir ser Israîlê
Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê eşkere dike, “Serê sibeha îro me ji bo cara sêyê êrîş kir ser bingeh û baregayên artêşa Israîlê li Colanê.”
Komên Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê di ragehandinekê de parve kir, “Serê sibeha îro (În, 27.09.2024) me ji bo cara sêyê bi rêya dronan êrîş kir ser bingeh û baregayên artêşa Israîlê li Colanê.”
Di wê ragehandinê de hatiye, “Êrîşên me li ser bingeh û baregayên artêşa Israîlê bi awayekî zêdetir berdewam dibin.”
Wê ragehandinê amaje jî da, “Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê bi awayê bergirîkirinê li dijî artêşa Israîlê ji bo biserxistina Filistîn û Libnanê berdewam dibe.”
Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî li Îraqê ji çend komên çekdar pêk tê. Piştî êrîşa çekdarên Hemasê li 07.10.2023ê bo ser Israîlê û paşî êrîşa artêşa Israîlê bo ser kertê Xezzeyê, Bereyê Miqawemeyê yê Îslamî berdewam bi rêya moşek û dronan êrîş dike ser Israîlê.