Li Nepalê ji ber rabûna lehiyê 100 kesî canê xwe jidest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Katmandu, Paytexta Nepalê ji ber barana zêde lehiyê rabû. Li gor amarên polîsan jî herî kêm 100 kesî canê xwe jidest da.

Deverên mezin ji Nepalê ji roja Înê vir ve di bin avê de mane, ji ber vê yekê rayedarên karesatê hişyarî dan ku eger heye asta ava gelek çeman bilind bibe û lehî rabin.

Berdevkê polîsan Dan Bahadur Karki ji ajansa “France-Presse” re got: “Hejmara qurbaniya derket 101an û 64 kes jî winda ne.”

Herwiha got: “Eger heye hejmara miriyan zêde bibe ji ber ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê li deverên dorpêçkirî berdewam dikin.”

Berdevkê Rêveberiya Kêmkirina Rîska Karesatan Basanta Adhikari got, desthilatên welat, kar ji bo rizgarkirina kesên asê mane û alîkariya kesên ku ji ber lehiyê zirar dîtine, dike.

Da zanîn jî, zêdetir ji 3 hezar endamên ewlehiyê belav kirin kirine, bi helîkopter û qeyikan di xebatên rizgarkirinê de bibin alîkar.

Li Katmandu Paytext, ji ber herifîn û qutbûna rêyan, bi sedan rêwî asê mane.