Rêveberiya Xweser buhayê kirîna pembû ji cotkaran diyar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Saziya Gişt ya Pembû ya ser bi Rêveberiya Xweser ve, îro buhayê kirîna pembû ji cotkaran diyar kir.

Hevserokê Desteya Giştî ya Pembû Mistefa Îbrahîm diyar kir, ji bo diyarkirina buhayê her toneke pembû wan lêkolîn li ser lêçûna wê kirine û di encamê de dîtin ku buhayê kirîna her tonekê, bi 600 dolar Amerîkî hat diyarkirin.

Îbrahîm da zanîn jî, navendên wergirtina pembû ji cotkaran amade ne û dê ji sibe (1’ê Cotmehê) ve dest bi wergirtinê bikin.

Herwiha amaje bi wê jî kir, pembo dê li navendên Heseke, Reqa û Dêrazorê were wergirtin.

Hevserokê Desteya Giştî ya Pembo Mistefa Îbrahîm bang li cotkarên pembû kir ku ji bo wergirtina belgeyên radestkirinê, serî li navendên saziyê bidin.

Par Rêveberiya Xweser nirxê pembû, 800 dolar ji bo her tonekê diyar kiribû û ji cotkaran jî nedikirî. Ev jî bûye sedem ku cotkar berhemên xwe bi nirxekî erzan bifroşin bazirganan, ji bilî ziyanên ku gihîştine cotkaran, çandiniya pembû jî zêdeyî %80 kêm bûye.