Serokwezîr Mesrûr Barzanî Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê vedike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê vedike, ku ji hejmareke kargehan pêk tê.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 02.10.2024) Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê vedike, ku ji hejmareke kargehan pêk tê.

Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê kargeha yekê ya wayer û kêbilên sifirî ye, ku piroseya dîzayn, çêkirin, ceribandin, gehandin û dabînkirina wayer û kêbilên sifirê safî û kalitiya bilind û standard bi pêşkeftîtirîn û nûtirîn astê hunerî dabîn dike.

Karê Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê çêkirina wayer û kêbilên sifirî ye, xerciya wê pirojeyê zêdetirî 80 milyon dolaran e û li ser rûberê 175 hezar metrên ducarkî hatiye çêkirin, ku ji şeş kargehan pêk tê.

Damezrandina wê pirojeyê li destpêka sala 2021ê bû û li dawiya sala 2023ê hat temamkirin. Kompaniya Sifir û Kêbilan a Hewlêrê derfetên karî ji bo 200 kesan peyda kirine, ku 160 ji wan karkerên navxweyî ne.

Karên her şeş kargehan ev in:

·      Kargeha bişaftina sîkrabê sifirî.

·      Kargeha qalibdana sifirê bişavtî.

·      Kargeha çêkirina PVC.

·      Kargeha çêkirina kêbilan.

·      Kargeha berhemanîna oksîjenê.

Herwesa vê pirojeyê westgeheke karebê ya taybet heye ku dikare 11.4 mêgawatên karebê berhem bîne û xwediya du bawernameyên Ewropayî ye.