Birêveberê Balafirxaneya Hewlêrê: Li van nêzîkan geştên asmanî dest pê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji bo destpêkirina geştên asmanî li benda biryara Desteya Balafirvaniyê ya Îraqê ye.
Birêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Çarşem, 02.10.2024) ji malpera K24ê re ragehand, “Li seet 12:00 ê şeva borî asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê li ber geştên asmanî hat vekirin, lê hêşta hêlên veguhastinê nehatine çalakkirin.”
Ehmed Hoşyar amaje jî da, “Niha Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye vekirin, lê em ji bo destpêkirina geştên asmanî yên hatin û çûnê li balafirxaneya xwe li benda biryara Desteya Balafirvaniyê ya Îraqê ne. Ez li wê bawerê me ku li van nêzîkan geşt dê bên destpêkirin.”
Navbirî ron jî kir, “Ji ber daxistina asmanê Îraq û Herêma Kurdistanê, hejmareke zêde ya geştên asmanî yên balafirxaneyê hatine hilweşandin, lê niha wekî amar hejmara geştên hilweşandî li ber destê me nîne.”
Geştên asmanî yên balafrixaneyên Îraq û Herêma Kurdistanê li nêzî seet 08:00 ê êvara duhî (Sêşem, 01.10.2024) ji ber êrîşa moşekî ya Îranê bo ser Israîlê hatin rawestandin.
Şevêdî piştî bidawîhatina êrîşa moşekî ya Îranê, Wezîrê Veguhastinê yê Îraqê Rezaq Sadawî di ragehandinekê de destpêkirina geştên asmanî li balafirxaneyên Îraqê ragehand.