Nûnerên Bijîşkên Bakurê Kurdistanê: Divê bijişk ji welat dernekevin

Diyarbekir (K24) – Li gorî daneyên Yekîtiya Bijişkên Tirkiyeyê di sala 2023yê de 3025 bijişkan bo karkirin û perwerdehiya derveyî Tirkiyeyê  serî li wezareta tendirustiya Tirkiyeyê dane ku nava 3 mehên dawîn de li Diyarbekir jî 16 serîlêdan çêbûne. Nûnerên bijişkan ên Bakurê Kurdistanê bang li bijişkan dikin ku welatê xwe neterikînin û bang li hikumetê jî tê kirin ku şert û mercên bijişkan baş bikin û yasayên parastinek baş bidin derxistin.

Li gorî daneyan  sala borî  3025 bijişkan bo karkirin û perwerdehiya derveyî Tirkiyeyê serîlêdakirin kirine û ne diyar e dê ji van  çend bijişk vegerin Tirkiyeyê. Dîsa li gorî daneyan di 12 salan de 15 hezar bijişk çûne derveyî Tirkiyeyê. Nûner balê dikêşin li gorî yasayan derçûyên beşa bijişkiyê neçar in 2 salan li Bakurê Kurdistanê kar bikin, piştî 2 salan jî demildest diçin, zext jî li ser bijîşkan heye, nûner destnîşan dikin pirsgirêkên bijişkan li Bakurê Kurdistanê hîn jî girantir dibin û li gel hemû pirsgirêkan dîsa jî bang li bijişkan tê kirin ku welatê xwe neterikînin.

Serokê Jura Bijişkên Diyarbekirê Veysî Ulgen ji K24ê re got: “Em li gel hemû astengiyan dîsa jî bang li bijişkan dikin ku welatê xwe neterikînin, koçkirin nabe çareserî, am bang li hikumetê jî dikin ku gavan bavêjin da ku rê li ber çûna bijişkan were girtin.”

Li gorî daneyan li Diyarbekirê 2023yê de 47 bijişkan 3 mehên dawîn de 16 bijişkan bo çûna derve serîlêdan kirine, nûnerên tendirustkaran dibêjin hem ewlekariyê de pirsgirêk hene ku êrîşên ser tendirustkaran bi dawî nabin, hem jî rewşa aboriyê her ku diçe xiraptir û ji ber wê bijişk diçin derve.

Cîgirê Seroka Konfederasyona Sendîqayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Umît Ûmdû dibêje: “Ma çima neçin derve, hem rastî êrîşê tên û dema ji mal derdikevin ne diyar e dê şev vegerin an ne, hem jî rewşa wan a aboriyê nebaş e, ji ber wê jî bijişk êdî nikarin li vê derê bijîn û berê xwe didin derve.”