Israîlê êrîş kir ser rêya navdewletî ya Libnan - Sûriyeyê

Deriyê Sinorî yê Mesneê
Deriyê Sinorî yê Mesneê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Karbirêveber a Libnanê ragehand, “Rêya navdewletî ya Mesneê di navbera Libnan û Sûriyeyê de ji aliyê Israîlê ve hat têkdan, ku bi sedan hezar awareyan ji bo derbazbûnê bi kar dianî.”

Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Karbirêveber a Libnanê Elî Hemiye îro (În, 04.10.2024) ragehand, “Serê sibeha îro Israîlê êrîş kir ser deriyê sinorî yê Mesneê û ew rê pûç kir, ku di çend rojên borî de ji bo revînê ji tirsên bombebarana Israîlê de rêya bi sedan hezar kesan bû.”

Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Karbirêveber a Libnanê herwesa ron jî kir, “Êrîşa Israîlê bo ser wî deriyê sinorî di çarçoveya axa Libnanê de bû.”

Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee li roja Pêncşemê Hizbulah bi wê yekê tomerbar kir ku, ew sinor ji bo derbazkirin û veguhastina çekî ji Sûriyeyê bo Libnanê bi kar aniye.

Herwesa Hemiye jî li roja Pêncşemê di kingireyekî rojnamevanî de ragehand, “Ew derî kontirola dewletê û xizmetkariyên ewlehiya welatî bû.”

Li dû amarên Hikûmeta Libnnaê, di dema 10 rojên borî de zêdetirî 300 hezar kesan, ku piraniya wan xelkê Sûriyeyê ne, ji tirsên êrîşên Israîlê de di wî derî re ji Libnanê ber bi Sûriyeyê ve çûne.