UNHCR: Zêdetir ji 185 hezar kesî ji Libnanê derbasî Sûriyeyê bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwermenda Pêwendiyên Bilind a Komisyona Penaberan di Netewên Yekgirtî (UNHCR) de Rula Emîn dibêje, yek milyon koçber li hundirê Libnanê hene û zêdeyî 185 hezar kes derbasî Sûriyeyê bûne.
Rula Emîn duhî li Cenêvê di konferanseke rojnamevanî de got: “Piraniya penagehên bikomî yên ku ji aliyê hikûmetê ve li Libnanê hatine dirustkirin ku hejmara wan doran 900 ne, tijî bûne.”
Da zanî jî, ew bi desthilatên xwecihî re kar dikin ji bo lêgerîna li cihên din ji bo bicihkirina kesên ku ji êrîşan direvin. Hin otêl û hin klûbên şevê li Beyrûtê jî deriyên xwe ji wan re vedikin.
Herwiha diyar kir, Zêdeyî 185 hezar kes derbasî Sûriyeyê bûne, piraniya Sûrî û Libnanî ne, herwiha Filistînî û Iraqî û hin kesên ji regezên din jî di nav wan de hene.
Artêşa Israîlê ji roja 23ê Îlonê ve êrîşên xwe li ser Hizbulahê girantir kirine û 1ê Cotmehê dest bi operasyoneke bejahî li başûrê Libnanê kir, di encamê de hejmarek mezin ji nitecihên başûrê Libnanê koçber bûn.
Berpirsên Libnanê dibêjin, hejmara koçberên Libnanî ji 1.2 mîlyonî derbas bûye. Ji destpêka şerê Îsraîlî û Hizbullahê jî, nêzîkî du hezar kes hatine kuştin ku piraniya wan di du hefteyên borî de bûne.