Endamê Polîtburoya PDKê: Em bi proje û avedankirina zêdetir bersivê didin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, ew bi piroje û xizmetguzariyên zêdetir bersiva aliyên din didin.
Endamê Polîtburoya PDKê Piştîwan Sadiq li ser ew partî û aliyên ku dixwazin dijayetiya PDKê bikin, got: “PDK ji nava gelê Kurdistanê derketiye. Em bi xizmetkirina gel û avedankirina zêdetir a Kurdistanê, bersiva hemû kesên ku dixwazin dijayetiyê PDK'ê dikin, didin.”
Sadiq got: “Em bi proje, bername, xizmetên zêdetir û xwedîderketina li pirsa Kurd, bersivê didin her kesê ku li dijî PDK'ê be. Em xwe nagihînin asta kesên ku ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê rêbazeke ne şaristanî bikar tînin.”
Endamê Polîtburoya PDKê got jî: “Dijayetîkirina PDKê, nîşana wê yekê ye ku PDKê xwediya doza rewa ya gelê Kurd e, partiyek e ku ji nava gelê Kurdistanê tê û paşeroja welat e.”
Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê roja 20 Cotmehê û dengdana taybet a hêzên Pêşmerge û hêzên din ên ewlehiyê jî roja 18ê Cotmehê birêve diçe. 136 lîste û 1191 namzedên partiyan, serbixwe û kotayan ji bo 100 kursiyên parlamentoyê hevrikiyê dikin.