Hevpeymaniya navdewletî nêzîkî 400 milyon dolar ji bo Iraq û Sûriyeyê xerc dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihadn, wan nêzîkî 400 milyon dolar ji bo piştgiriya navçeyên li Iraq û Sûriyeyê ji DAIŞê hatine rizgarkirin, xerc dike. Herwiha tekez kir jî, ew ê di piştgirîya Iraqê û şerê li dijî DAIŞ'ê de berdewam be.”
Hevpeymaniya Navdewletî îro 5ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, “Piştî 10 salan ji damezrandina hevpeymaniya ji bo têkbirina DAIŞê, nûnerên serokwezîr, wezîrên derve û berpirsên payebilind ên hevpeymaniyê li ser vexwendina Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken li Washingtonê civiyan.”
Hevpeymaniyê tekez kir, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, mezintirîn hevpeymanî ye di dîrokê de û tekez jî li ser wê yekê kir ku hevpeymanî dê li ser şikandina DAIŞê li her cihekî cîhanê berdewam be.
Amaje bi wê jî kir, hevpeymanî bi pêşengiya Amerîkayê di sala 2014an de li ser daxwaza Iraqê ji bo têkbirina DAIŞê hat avakirin û got: “Piştî pênc salan ji têkbirina DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê, hevpeymanî rêzê li wan kesên ku şer kirine, canê xwe ji bo têkbirina DAIŞê û rizgarkirina xaka xwe ji DAIŞê kirine, digire.”
Di daxuyaniyê de hat got: “Wezîrên hevpeymaniyê yên ku beşdarî civînê bûne, piştgiriya xwe ji bo terxankirina 394 milyon dolar ji bo deverên rizgarkirî ji DAIŞê li Iraq û Sûriyeyê diyar kirin.”
Herwiha hevpeymaniyê daxwaz wezîran kir ku "piştgiriya bizavên lihevkirin û pêkvejiyanê li Iraq û Sûriyeyê bikin û şert û mercên gihîştina çareseriyeke siyasî li seranserî Sûriyê li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî, peyda bikin.”