Cotyar Adil: Di Kabîneya Nehem de veberhênana di çandiniyê de ji sedî 1.8 bû ji sedî 8

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fermangeha Medya û Zanyariyan Cotyar Adil got: “Di Kabîneya Nehem de, sektora çandiniyê ji %1.8 bo ji %8 zêde bûye, ev jî hejmareke mezin e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî qeyranan, kariye bipêş bixe.”
Cotyar Adil îro 5ê Comehê ji K24ê re ragihand: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî xwedî şiyaneke bihêz e, nêrîn û zanyariyên wî li ser her pirsekê heye. Serokwezîr kariye krîzan derbas bike. Rêvebirin û çareserkirina krîzên vê herêmê, ne karekî hêsan e."
Herwiha got: “Yek ji wan karên ku roleke mezin lîstiye, pirrengkirina dahatên Herêma Kurdistanê ye. Dema ku Bexdayê bûdce neşand û hinardekirina petrolê rawestand, bîr li beşên çandinî û pîşesazî hat kirin. Li gorî daneyan, veberhênana di sektora çandiniyê de ji %1.8 derketiye %8’ê, ku di warê çandiniyê de ev jimareke mezin e.”
Serokê Fermangeha Medya û Zanyariyan got jî: “Wek mînak di Kabîneya Nehem de, 16.6 milyar dolar sermaye veberhênanê li Kurdistanê hatiye razandin û nêzîkî 994 kargeh hatine vekirin û bi dehan proje hatine cîbicîkirin.”
Got jî: “Bi dîtina min, ji ber ku Mesrûr Barzanî xwedî îradeyeke bihêz û hesta berpirsyariyê ye, ji ber şarezayiya wî û pisporiya wî jî, roleke wî ya mezin hebû.”
Da zanîn jî: “Çaksazî xala hemû civînan bû ku Serokwezîr behsa wan dikir û handan dikir ku gendelî bê kontrolkirin û çaksazî tê de bê kirin, ango rê li ber çaksaziyan vekin.”