Plasschaert, Rêbar Ehmed û Qasim El-Arecî derbarê rewşa Şingal de dicivin
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Arecî li Hewlêrê civiyan.
Li gor zanyariyên K24ê, civîna di navbera Plasschaert, Rêbar Ehmed û Qasim El-Arecî li Hewlêrê birêve diçe û li ser rewşa Şingal, pêşhatên nû ji bo asayîkirina rewşa wî bajarî û bi taybet hilbijartina qeymeqamê nû yê wê qezayê ye.
Roja 9ê Cotmeha 2020an li Bexdayê di bin çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî de, rêkeftina Şingalê di navbera Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin. Ew jî ji xalan pêk tê:
- Hilbijartina qeymeqamekî nû.
- Hikûmeta Federal pirsgirêkên ewlehiyê birêve dibe.
- Tayînkirina 2500 kes ji xelkê Şengalê û penaberên wê û avakirina hêzeke nû.
- PKK û hemû komên pê ve girêdayî li Şingalê nemînin.
- Divê ti endamên PKK’ê di nava hêza nû ya ewlehiyê de neyên girtin.
- Divê Hewlêr û Bexda hevahengî ji bo avedankirin û birêvebirina Şingalê bikin.