Amerîka bi rêya Sûdanî re peyamekê ji komên çekdar re dişîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrîşa li ser Binkeya Victoria ya li Firokexaneya Bexdayê, Amerîka peyameke tund ji grûpên çekdar ên Iraqê re şand.
Jêderên ewlekarî ragehandin, piştî êrîşa mûşekî ya li ser Binkeya Victoria ya li Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê, Amerîka bi rêya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re, peyameke tund ji grûpên çekdar ên Îraqî re şand.
Li gor heman çavkaniyê, Amerîka gef li grûpên çekdar ên Iraqê xwariye ku eger berdewam bin, serkirdeyên wan û berjewendiyên wan ên bazirganiyê dê bikin armanc.
Amerîka hişyarî da wan koman ku ew û rêberên wan ên payebilind dê rastî "çarenivîseke dijwar" werin, eger êrîşên xwe li ser Îsraîlê berfireh bikin.
Di destpêka vê mehê de, grûpên çekdar ên Iraqê 3 mûşekên Katyûşa avêtibûn binkeya Victoria ya leşkerî ya Amerîkî li nêzîkî Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê.