Îran geştên xwe yên asmanî radiwestîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêkxistina Balafirvaniya Sivîl a Îranê radigehîne, “Ji ber wê rewşa ku heye, hejmareke geştên asmanî yên balafirxaneyên Îranê hatin rawestandin.”

Ajansa Mêhrê ya Îranê îro (Yekşem, 06.10.2024) parve kir, “Ji seet 09:00 ê îşev heta seet 06:00 ê serê sibeha sibe, hejmareke geştên asmanî yên Îranê tên rawestandin.”

Rêkxistina Balafirvaniya Sivîl a Îranê ragehand, “Ji ber wê rewşa ku heye, ji bo silametiya swarên hejmareke geştên asmanî yên balafirxaneyên Îranê tên rawestandin.”

Komara Îslamî ya Îranê ji ber gomana bersivdana Israîlê bo êrîşên wê gelek caran rawestandina geştên asmanî yên welatê xwe ragehandiye. Şeva Sêşemê, 01.10.2024, Îranê ji ber kuştina Serokê Mekteba Siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniye û Sikirtêrê Giştî yê Hizbulaha Libnanê Hesen Nesrula bi sedan moşek arasteyî Israîlê kirin.

Artêşa Pasdarên Îranê jî ragehandibû, “Di wê êrîşê de, zêdetirî 400 moşekan hatine arastekirin.” Lê artêşa Israîlê got, “Nêzî 280 moşekan bûn, balafirxaneya Bingoryonê û tevaya rêyên asmanî jî li ber wî welatî daxistin.”