Israîlê çend xalên serbazî li Hims û Hemayê moşekbaran kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Israîlê çend dever li Sûriyeyê moşekbaran kirin. Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê ragehand, “Israîlê di wê êrîşê de moşekên kirûz bi kar anîne.”

Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê îro (Yekşem, 06.10.2024) parve kir, “Teqîneke mezin çê bû, piştî ku moşkeke kirûz a Israîlê li yek ji gundên rojhilata Himsê keft.”

Wê ajansê eşkere jî kir, moşekbarana Israîlê embarên teqemeniyan û tank li gundên rojhilata bajarê Hemayê kirin armanc, herwesa hêza bergiriya asmanî bersiva êrîşan da.