Îran: Em li ser bilindtirîn ast bersiva her gef û êrîşekê didin
Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Komisyona Ewlehiya Niştîmanî ya Perlemana Îranê radigehîne ku, welatê wî bi lez û bi tundî bersiva her êrîş û gefekê dide.
Berdevkê Komisyona Ewlehiya Niştîmanî ya Perlemana Îranê Îbrahîm Rezayî di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Aliyên peywendîdar amadeyîya pêdivî ji bo bergiriyê li beranberî her gefekê heye, û her êrîşeka li ser Komara Îslamî ya Îranê dê bersiveke gelek bi lez û tund di dû ra hebe, Îran di vî warî qet xemsariyê nake.”
Îbrahîm Rezayî herwesa got, “Di civîna îro ya Komisyona Ewlehiya Niştîmanî ya Perlemana Îranê de tekez hat kirin ku, ewlehiya niştîmanî ya Îranê hêla sor e û divê li ser bilindtirîn ast bersiva her gef û êrîşekê bê dan.”