Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Dihokê pirojeya Kavîn Farmê vedike

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Dihokê pirojeya Kavîn Farmê vedike, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 07.10.2024) seet 11:00 ê sibehê li Dihokê pirojeya Kavîn Farmê vedike, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye.

Birêveberê Giştî yê Weberhênanê li Parêzgeha Dihokê Dr. Heval Sidîq ji K24ê re ragehand, “Kavîn Farm li ser astê Herêma Kurdistanê mezintirîn pirojeya candarî û spiyatî ye, ku bi gojimê 40 milyon dolaran hatiye bicihanîn.”

Birêveberê Giştî yê Weberhênanê li Parêzgeha Dihokê amaje jî da, “Rûberê vê pirojeyê hezar donem e û du hezar û 500 derfetên karî peyda dike.”

Dr. Heval Sidîq eşkere jî kir, “Ji ber bicihanîna vê pirojeyê, berhemê spiyatî yê navxwe cihê berhemê biyanî digire û dikare heta rêjeyeke zêde pêdivîtiyên sûkê pir bike.”