Ebu Ala Welaî: Îmarat û Siûdiye xerciya şerê Xezze û Libnanê kiriye
Ebu Ala Welaî: Welatên Erebî ji sizayan parastî nabin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ebu Ala Welaî di salvegera yekê ya êrîşên 07ê Cotmehê de Îmarat û Siûdiye û welatên din ên Erebî wekî berpirsyarên serekî yên şerê deverê binav dike, gefan jî dike ku ew welat ji sizayan parastî nabin. Herwesa dibêje, “Îraq piştevana Libnan û Xezzeyê ye.”
Ebu Ala Welaî, Sikirtêrê Giştî yê Koma Seyidu Şuheda ya Îraqê ku yek ji komên milîşyayên nav Heşda Şebî ye, di salvegera yekê ya êrîşên Hemasê li ser Israîlê de li 07ê Cotmeha 2023ê peyamek parve kir û tê de got, “Operasyona Tofana Eqsayê ji bo cîhanê selimand ku Israîl rijêmeke betal e.”
Ebu Ala Welaî herwesa pîrozbahî kiriye û ragehandiye, “Çalakiyên Bereyê Miqawemeyê bi giştî û Miqawemeya Îslamî li Îraqê kariye hejmona Israîlê têk bibin.”
Navbirî di pareke din a peyama xwe de amaje da, “Her wekî ku çawa Hizbulaha Libnanî piştevana Xezzeyê bû, Îraq jî bi eynî awayî piştevana Libnan û Xezzeyê ye.”
Sikirtêrê Giştî yê Koma Seyidu Şuheda ya Îraqê ron jî kir, “Ev tawanên tên kirin bi piştevaniya Îmarat û Siûdiyeyê tên kirin, ku wan xerciya darayî ya vî şerî bi stûyê xwe ve girtiye û rijêma Israîlê ji bo tawankariyeke dînane pal didin.”
Ebu Ala Welaî di peyama xwe de êrîş kir ser welatên Erebî û got, “Desthilatdarên Ereb ku hevpeyman û dûkeftiyên Siûdiyeyê ne ji vê xwînrêjiyê berpirsyar in, lewma jî divê bizanin ku ji sizayan parastî nînin.”