Mesrûr Barzanî mezintirîn pirojeya candarî û spiyatî li ser astê Îraqê vekir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirojeya Kavîn Farmê li Dihokê vekir, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 07.10.2024) li bajarê Dihokê pirojeya Kavîn Farmê vekir, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye.
Kavîn Farm li ser astê Îraqê û Herêma Kurdistanê mezintirîn pirojeya candarî û spiyatiyan e, ku bi gojimê 40 milyon dolaran hatiye bicihanîn.”
Rûberê vê pirojeyê sê hezar donemên erdî ne û du hezar û 500 derfetên karî bi awayên rasterast û nerasterast peyda dike.
Pirojeya Kavîn Farmê dikare 120 hezar litrên şîrî di rojekê de berhem bîne, ev jî wesa dike ku berhemê spiyatî yê navxwe cihê berhemê biyanî bigire.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja 07.06.2022ê berê binyatî ji bo vê pirojeyê danabû, di dema du sal û sê mehan de hat temam kirin.
Rûberê keskatî yê pirojeya Kavîn Farmê zêdetirî 125 hezar metrên ducarkî ye, ku nêzî 25 hezar şitilan lê hatine çandin.