Parêzgerê Dihokê: Di çar salên borî de li parêzgeha Dihokê şoreşeke çandinê berpa bû

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 07.10.2024) pirojeya Kavîn Farmê vekir, ku girêdayî xwedîkirina çêlan û berhemên spiyatî ye.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter di nav merasîmên vekirina pirojeya Kavîn Farmê de got, “Berhemên siyaseta aborî ya durist û stratejîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar in, di çar salên borî de li parêzgeha Dihokê şoreşeke çandinê berpa bû.”

Elî Teter herwesa got, “Piroje li sinorê parêzgeha Dihokê bi hejmar diyar in, çandin bingeha aborî ya hemî welatan e û wekî aborê dayik tê hesibandin, herwesa darêtina siyaseteke durist bûye sedema wê yekê ku jiyana xelkê vî sinorî biguhere.”

Navbirî amaje jî da, “Heftiya borî em li Akrê bûn, welatiyan digot ku berî çend salan wan berhemê xwe yê temateyan diavêt ser cadeyan, lê îro ji bo wan bûye çavkaniya jiyaneke baş, herwesa berhemê petatan jî zêde bûye ku niha em ji bo hemî parêzgehên Îraqê dabîn dikin.”

Parêzgerê Dihokê herwesa ragehand, “Ew pirojeya li qezaya Sêmêlê hatiye bicihanîn li ser astê Îraqê li rêza yekê ye, ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî berî çend salan berê binyatî jê re dana. Spas ji Xudê re em îro berhemê wê dibînin. Herwesa pêşkeftîtirîn termînal li ser astê Îraqê li Sêmêlê hatiye çêkirin. Pîşesaziya xwarinê jî her dikeve wî sinorî, mezintirîn pirojeya masiyan û gelek kargeh dikevin sinorê wê qezayê.”

Elî Teter tekez jî kir, “Kavîn Grûp yek ji wan kompaniyan e yên ku cihê şanaziyê ne û li ser astê Îraqê mezintirîn e, ku di warê avedanî û weberhênanê de xwe selimandiye, pirojeya Kavîn Farmê yek ji karên wê grûpê ye.”

Navbirî herwesa got, “Bi yek ji mezintirîn kompaniyên Almanyayê re lihevkirinek ji bo anîna çêlên şîrî hatiye îmzakirin.”

 
Fly Erbil Advertisment