9 kes li Şamê di êrîşeke Îsraîlê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama êrîşeke asmanî ya Îsraîlê li ser Şamê de 9 kes hat kuştin. Hat gotin jî, Cîgirê Fermandarê Feyleqa Qudisê li Sûriyeyê di vê êrîşê de hatiye kuştin.
Medyaya Sûriyê ragihand, Îsraîlê şeva borî avahiyek li taxa Mezê ya Şamê kire armanc û di encamê de 9 kes hatine kuştin û 11 kesên din jî birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî bo Mafên mirovan belav kir, êrîşê avahiyek ku nêzîkî Balyozxaneya Îranê ye û serkirdeyên Pasdarên Îranî û Hizbullahê lê dihewin hatiye armanckirin.
Hat ragihandin jî, Cîgirê Fermandarê Feyleqa Qudisê li Sûriyeyê Mihemed Riza Felahzade di êrîşê de hatiye kuştin.
Ji aliyê xwe ve, Balyozxaneya Îranê ya li Şamê red kir ku ti Îranî di êrîşê de hatibin kuştin.
Îsraîl heta niha derbarê êrîşê de ti daxuyanî nedaye.