Berê binyatî ji bo 23 pirojeyan li Bamernê hat danan

Elî Teter
Elî Teter

Navenda Nûçeyan (K24) - Berê binyatî ji bo 23 pirojeyan li Bamernê tê danan û Parêzgerê Dihokê radigehîne, “Tevaya wan pirojeyan di çarçoveya dahata parêzgehê de ne, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî piştevaniya bicihanîna wan pirojeyan dike.”

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Pêncşem, 10.10.2024) di merasîmên danana çend pirojeyan de li Bamernê got, “Li nahyeya Bamernê berê binyatî ji bo 23 pirojeyan hat danan. Tevaya wan pirojeyan di çarçoveya dahata parêzgehê de ne, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi temamî piştevaniya bicihanîna wan pirojeyan dike.”

Elî Teter herwesa amaje jî da, “Li rojên bê li Akrê, Şêxan û Sêmêlê hejmareke din jî ya pirojeyên xizmetkarî ji bo welatiyan tê bicihanîn.”

 
Fly Erbil Advertisment