Qonaxa sêyê ya pirojeya stratejîk a ava Akrê hat destpêkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Qonaxa sêyê ya pirojeya stratejîk a ava qezayê Akrê hat destpêkirin û bi kêmtir ji salekê ew piroje tê temamkirin û av digehe navenda wê qezayê.
Qonaxa sêyê ya pirojeya stratejîk a ava qezayê Akrê duhî (Pêncşem, 10.10.2024) hat destpêkirin û bi kêmtir ji salekê ew piroje tê temamkirin û av digehe navenda wê qezayê.
Birêveberê Ava Akrê Zirar Herkî ji malpera K24ê re ragehand, “Bi sê qonaxan kar li ser wê pirojeyê tê kirin, ku ji sê westgehên A, B û C pêk hatiye.”
Qonaxa yekê li westgeha A li ser Zêyê Mezin.
Qonaxa duyê li westgeha B li Sosina.
Qonaxa sêyê li westgeha C li nav navenda qezaya Akrê.
Zirar Herkî amaje jî da, “Li qonaxa sêyê hêla boriya avê ji bo xezaneyên Sosina diçe û ji wê derê jî bo xezaneyên din ên lawekî tê parvekirin, herwesa xeteke din a serekî diçe Girê Topan û ji wê derê jî li ser xezaneyên lawekî tê parvekirin.”
Navbirî herwesa got, “Piştî serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Akrê, niha karkirin li ser wê pirojeyê gelek bi lez bi rê ve diçe.”
Li dû zanyarên Birêveberiya Giştî ya Ava Akrê, zêdetirî 109 milyar dînaran ji bo vê pirojeyê hatine xerckirin. Pirojeya ava Akrê dikare sê hezar metrên sêcarkî yên avê di seetekê de berhem bîne.
Pirojeya stratejîk a ava Akrê ji ber birîna budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve û belavbûna pejîka Koronayê û rewşa aborî rawestiyabû.