Bereyê Miqawemeya Îslamî yê Îraqê li ser hevrikiya bi Israîlê re rijd e

Navenda Nûçeyan (K24) - Bereyê Miqawemeya Îslamî yê Îraqê careke din dron arasteyî benderê Îlatê yê Israîlê kirin, bê ku qebareya zirarên canî û madî eşkere bikin. Bereyê Miqawemeyê amajeyê dide, li ser wê yekê rijd e ku hevrikiya Israîlê bike, ji bo ku wê dorpêça xistiye ser Xezze û Libnanê rake. Bi awayekî fermî hatiye eşkerekirin, heta niha nêzî 40 caran van koman bi dron û moşekan Israîl kiriye armanc û du serbaz jî kuştine.

Li beranber jî, Israîlê heta niha xwe ragirtiye û bersiva komên çekdar ên Îraqê nedaye, lê çi gerentî nînin ku ev xweragirtina Israîlê heta dawiyê vekêşe.

Tevî wê yekê jî, wêne bi wî awayî ye ku komên çekdar ên Îraqê çi sinorekî ji bo haydariyên navxweyî û navdewletî nadanin û li ser tevlîkirina Îraqê di serekî de rijd in, ku mimkin e tevaya gelê Îraqê bi giranî baca wê bide.

Di helkeftinekê de Benjamin Netanyahu û Yoav Gallant gef li wan koman kirine û soz daye ku, ew baca dijminkariyên xwe yên li dijî Israîlê bidin.

Li ser astê hikûmetê, Îraq hêşta li ser wê yekê rijd e ku tevlî şerê Israîlê nebe û ew hêzên dikevin bin sihwaneya Fermandeya Giştî ya Hêzên Çekdar jî pabendî vê biryarê ne, lê komên çekdar guh nadin rênimayên Hikûmeta Îraqê, her wekî ku fermanên wan ji cihekî din jê re tên an jî hema di bingeha xwe de mana wan girêdayî wan êrîşan be yên ku dikin ser Israîlê.

Sînaryoyên bersivdana Israîlê ji bo komên Îraqê bûne sedema gêleşokê ji ber ku sînaryoyek behsa weşandina gurzekî li ser serkirdeyên van koman dike, herwekî ku Israîl li dijî Hizbulaha Libnanî dike. Sînaryoyeke din jî lêdana jêrxaneyên wan ên serbazî û ewlehî ye, bi armanca lawazkirin û jikarxistina wan. Bitirstirîn sînaryo jî lêdana li benderên Îraqê ye ji ber ku behsa bikaranîna wan benderan ji aliyê komên çekdar ve tê kirin.

Eger sînaryoya sêyê biqewime, aborê Îraqê dê bi temamî bikeve ji ber ku 95% ya aborê wê girêdayî petrolê ye. Benderên Besreyê jî yekane rêya henaseya aborî ya Îraqê ne. Eger ev sînaryo bê bicihanîn, pêşbînî tê kirin ku aborê Îraqê tûşî iflîcê bibe û bi dehan salan bo paşve vegere.