Herêma Kurdistanê berhemanîna petrolê bo nîvê kêm kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet amajeyê dide ku, Herêma Kurdistanê berhemanîna petrolê ji bo nîvê kêm kiriye.

Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet Kemal Mihemed îro (În, 11.10.2024) li Stenbolê ragehand, “Di çarçoveya pabendbûna Îraqê bi pişka petrolê li OPECê de, Herêma Kurdistanê ji 2ê Îlona îsal ve berhemanîna petrolê ji bo 140 hezar bermîlên petrola rojane kêm kiriye.”

Wezîrê Samanên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wekalet herwesa got, “Herêma Kurdistanê berhemanîna petrolê bi rêjeya 50% kêm kiriye.”

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Sebah Subhî jî li roja 23.08.2024ê taybet ji K24ê re got ku, wan li lijneya xwe pêşniyar kir û daxwaz kir ku Wezareta Petrolê ya Îraqê her rojê 400 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bibe. Ji bo wê meremê jî, xwest boriyekê ji Herêma Kurdistanê bo Kerkûkê bikêşin û ji wê derê jî bo Besreyê, lê wesa dît ku ew pirose çê nabe.

Endamê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê amaje jî da, “Wezareta Petrolê ya Îraqê li beranberî hemî bizavan ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê rêgir e.”

Sebah Subhî eşkere jî kir, “Wezareta Petrolê ya Îraqê zêdegavî li ser pişka xwe li rêkxistina OPECê kiriye, bi awayekî ku milyonek û 400 hezar bermîl ji sê milyon û 600 hezar bermîlan ku jê re hatine diyarkirin borandiye.”

Navbirî herwesa got, “Rêkxistina OPECê çend caran haydarî daye Wezareta Petrolê ya Îraqê li beranberî wê zêdegaviya ku li ser pişka xwe ya diyarkirî kiriye.”

Ji roja 25ê Adara 2023ê ve hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatiye rawestandin. Hewlêr, Bexda û Enqere ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê mijûlî danûstandinan in. Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bilî ku zirar gehandiye budce û jêrxaneyên Îraq û Herêma Kurdistanê, herwesa bûye sedema kêmbûna nêzî nîv milyon bermîlên petrolê li sûka enerjiya cîhanê jî.

 
Fly Erbil Advertisment