Li Efrînê werzê çinîna zeytûnan dest pê kiriye û cotkar jî bi gazin in

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrînê werzê çinîna zeytûnan dest pê kiriye. Li gorî cotkaran, piştî dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve, berhema zeytanan ji ber gelek sedaman kêm bûye.

Werzê çinîna zeytûnan li Efrînê dest pê kir, cotkarên Efrînê dibêjin, ji tirsa dizî û kiryarên grûpên çekdaran, îsal wan zû dest bi çinînê kiriye, ku ev yek jî bandoreke neyênî li berhemanîna zeytê kiriye, ji ber ku teneyên zeytûnan baş pênegihîştiye û zeyt kêm ji wan tê.

Cotkar Nebîh Hacî ji K24ê re got: “Çend sal in zeytûn zû û ne di dema xwe de tên berhevkirin, ew jî ji ber ku tevlihevî li herêmê heye û miletê me ji diziyê ditirse. Ev jî bandorê li ser rêjeya hatina zeytê dike ku kêm dibire. Herwiha bazar girtî ne û rê ji bo derxistina zeyt û zeytûnan nîne, ev yek jî dike ku lêçûna berhemanîna zeytê zêde bibe û nirxê wê kêm bibe.”

Ji bilî binpêkirinên komên çekdar, guhertinên keşûhewayê jî  bandoreke mezin li berhemê zeytûnan kiriye. Herweha bihabûna parçeyên amûrên kargehên guvaştina zeytûnan û giraniya sotemeniyê jî, du ji astengiyên din ên li pêşiya xwediyê kargehan.

Xwediyê kargeha guvaştina zeytûnan Qeys Mistefa dibêje: “Perçeyên kargehên guvaştina zeytûnan kêm in, eger hatin dîtin jî, nirxê wan gelekî giran in. Dema em heqdestê xwe ji cotkaran werdigirin, li ser cotkaran giran tê.”

Cotkar Azad Êho dibêje: “Îsal zeytûn kêm dibire, sala borî ji îsal baştir bû. Îsal kurm pir bû û karîna me nebû ku em derman bikin, herwiha semad jî biha ye.”

Li herêma Efrînê nêzîkî 20 miliyon darên zeytûnan hene û salane derdora 270 hezar ton zeytûn berhem tanîn. Li Efrînê zeviyên ku bi darên zeytûnan hatine çendin, ji sedî 20 in ji tevahiya zeviyên zeytûnan li Sûriyeyê. Lê piştî sala 2018an berhemê zeytûnan gelek kêm bûye, sedem jî hem ji ber rewşa keşûhewayê û hem jî ji ber nebûna ewlehiyê û binpêkirinên komên çekdar e, wek dizî û birîna daran û ferzkirina bacê li ser cotkaran.