Li Efrînê xelkê dest bi çêkirina dimsê hinaran kiriye
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Basûtê yê Efrînê, xelkê dest bi çêkirina dimsê hinaran kiriye, tevî ku werzê çêkirina dimsê ji bo wan taybetmend e, lê îsal kêfa wan ne di cihê xwe de ye ew jî ji ber ku sûdaya wan gelek kêm e.
Gundê Basûtê yê Efrînê bi çêkirina dimsê hinaran navdar e. Ev proseya ku di gelek qunaxan re derbas dibe, ji bo malbatan derfetek e da ku sûdê ji hinarên ku li bazaran nayê firotan, bibînin.
Welatî: “Em hinaran berhev dikin, ji ber ku niha nirxê hinaran li bazarê kêm e, beşek dikeve sarincan, yê nikare bixe sarincan jî dixe sabûrê. Zêdetir ji mehekê di sabûrê de dimîne, piştre em wan dibin bazarê. Hinarên ku peqiya bin jî, em ji bo dimsê bikar tînin.”
Gundê Basûtê navdar e bi berhemên xwe yên çandiniyê û bi taybetî bi hinaran. Lê îsal xelk ne razî ne, ji ber ku berhema hinaran kêm e, lêçûna wê zêde ye û ti rê ji bo firotana wan li derveyî herêm nîne.
Bajarê Efrînê, yek ji bajarên Rojavayê Kurdistanê yên navdar e bi çandinî û pêşesaziyê, lê di çend salên krîza Sûriyeyê bi giştî û dagîrkirina herêmê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ve, ziyanên mezin gihiştiye kerta çandiniyê, ku berhemanîn û dahata wê kêm bûye.