Hevserokê Dem Partiyê yê Îdirê hate zîndankirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Dem Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk bi biryara dadgehê hate zîndankirin.

Çavkaniyên nêzîkî Dem Partiyê ragihandin, şeva borî dadgehê biryara girtina Hevserokê Dem Partiyê yê bajarê Îdirê Mehmet Selçûk da.

Hêzên ewlekariyê roja 10ê Cotmehê di çarçoveya lêpirsînekê de, avêtibûn ser avahiya Dem Partî ya li Îdirê û Hevserokê Dem Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk û 7 kesên din binçav kiribûn.

Li gorî zanyariyan, 5 ji wan hatin berdan û 2 kes jî hatin zîndanîkirin.

Hat zanîn, di çarçoveya lêpirsîna bûyera 2015ê de, ku di encama teqîna bombeyekê de 13 polîs hatibûn kuştin, polîsan avêtin ser avahiya Dem Partî ya Îdirê û Hevserokê Dem Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçuk binçav kirin.