Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rewşa saxlemiya Kerîm Şingalî dipirse

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Kerîm Şingalî dike û rewşa saxlemiya wî dipirse.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro (Yekşem, 13.10.2024) li bajarê Hewlêrê serdana Kerîm Şingalî kir û rewşa saxlemiya wî pirsî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve rewşa saxlemiya Kerîm Şingalî pirsî û daxwaza saxî û silametiyê jê re kir.