Mesrûr Barzanî ji welatiyan re: Giringiyê bidin cureyên xwarin, şêwaza jiyanê û werzişê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji welatiyan re got: Ji bo civakeke tendirust, girîngiyê bidin kalîteya xwarin, şêwaza jiyanê û werzişê.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî konferansa çaksazî di xizmetkariyên tendirustî û dermanan de gotarek pêşkêş kir û got.: Tenduristî ne tenê berpirsiyariya hikûmet, wezaret û bijîjkan e. Pêwîst e welatî bi xwe giringî bidin xwarinê, şêwaza jiyanê, stresê kêm bikin, serdana nexweşxaneyan bikin û bi testan bi berdewamî bikin, bi taybetî ew rênimayên ku bijîjk ji her kesî re didin, çi jin, çi ciwan û çi pîr, divê em hest bikin ku pêwîstiya me bi testan heye. Di hin temenan de, pir girîng e ku em salane van testan bikin, bi taybet ku amûr û teknolojiya pêşkeftî hene.”
Herwiha got: “Dibe bi destnîşankirina destpêkê ya nexweşiyekê re, dermankirinek baş û guncaw were dîtin, ne ku em piştguh bikin an bipaş bixin ta ku nexweşî karê xwe bike û ji destê bijîjkan derkeve. Ji ber vê yekê daxwaz ji welatiyan dikim ku hevkariya hikûmet û bijîşkan bikin û serdana navendên bijîşkî bikin, testên pêwîst ji xwe re bikin, da ku em hemû bi hev re bibin xwedî civakek tendirust.”