Li Xarpêtê erdhejek bi hêza 4.4 pileyan çêbû
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ragihand, li navçeya Sicê ya Xarpetê îro demjimêr 00.05 erdhejek bi hêza 4.4 pileyan çêbû.
Diyar kir jî, kûrahiya erdhejê 7 kîlometreyan bin erdê de hat pîvandin.
Erdhej li Diyarbekir û bajarên derdorê jî hat hîs kirin.