Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê rêya Berdereş-Xebatê datîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 17ê Cotmehê kevirê bingehîn ê rêya dualî Berdereş-Xebatê datîne.
Dirêjahiya projeya rêya Berdereş-Xebatê nêzîkî 28 kîlometran e û bi xerciya zêdetirî 80 milyar dînar tê cîbicîkirin.
Proje dê her du parêzgehên Dihok û Hewlêrê bigihîne hev û rêyeke sereke ya bazirganî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye.
Di heyama Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de 1967 pirojeyên çêkirin û nûjenkirina rêyan bi bihayê 1 trilyon û 863 milyar dînar hatine cîbicîkirin, ku beşek ji wan projeyên stratejîk in: Wek cadeya 150 metrî li Hewlêrê, cadeya 100 metrî li Silêmaniyê û cadeya Barzan li Dihokê.