Li Sêwazê di 10 xulekan de 2 caran erd hejiya

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê AFADê ve hat ragihandin ku li bajarê Sêwasê erdhejek bi hêza 4.7 rû daye ku li gorî lêkolînên destpêkê rewşeke neyî derneketiye holê.
AFADê da zanîn ku li bajarê Sêwasê demjimêr 11.29ê erdhejek bi hêza 4.7 pileyan rû daye û kurahiya wê jî 10.57 kîlometre ye.
Li gorî agahiyên destpêkê, li bajêr erdhej bûye sedema metirsiyê û li gorî lêkolînên destpêkê jî heta niha rewşeke neyînî derneketiye holê û lêkolîn berdewam in.
Hat zanîn li Sêwazê demjimêr 11 û 39 ê paşlerzeyeke din bi pileya 4.1 rû daye.