Serokê Lîsta Yekgirtûyê li Helebceyê: Me skala li ser YNKê tomar kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Lîsta Yekgirtûyê li Helebceyê ragehand, “Îro di dengdana taybet de binpêkirneke zêde ji aliyê aliyekî siyasî ve hat tomarkirin, me çend skala tomar kirin û em îmzayê li ser encamê dengan nakin û em tevaya wê red dikin.”
Serokê Lîsta Yekgirtûyê li Helebceyê Kawe Elî Kerîm îro (În, 18.10.2024) di konferanseke rojnamevanî de amaje da, “Ev binpêkirinên ku îro hatine kirin, me skala li ser tomar kiriye. Em spasiya pareke hêzên ewlehiyê dikin, ku tevî givaştinan karî bi awayekî azad dengê xwe bidin.”
Kawe Elî Kerîm herwesa got, “Me nîgeraniya xwe li beranberî wan givaştinan diyar kir ên ku îro berevajî rênimayên Komisyonê li Helebceyê hatin kirin. Me skala tomar kiriye û gehandiye Komisyonê.”
Navbirî tekez jî kir, “Me skala li ser Komisyona Helebceyê jî tomar kiriye ku nekariye bi erkê xwe rabe.” Herwesa got, “Me skala li ser YNKê û Birêveberiya Polîsên Helebceyê tomar kiriye, ku nekarî şefafiya wê piroseyê biparêzin.”
Serokê Lîsta Yekgirtûyê di derheqa wê binpêkirinê de ya ku li beranberî çavdêrekî Yekgirtûyê li bingeheke dengdanê ya Helebceyê hat kirin jî got, “Ew binpêkirina ku li beranberî nûnerê me hatiye kirin helwesteke neberpirsane bû, me skala tomar kiriye.”
Kawe Elî Kerîm herwesa got, “Em îmzayê li ser encaman nakin û tevaya aliyan jî ji bilî YNKê îmzayê li sernakin.” Tekez jî kir, “Mixabin bêrêzî hem li beranberî parêzgeha Helebceyê hemî jî li beranberî dengderan hat kirin, ku di bin givaştinan ve mobîl bi xwe re birin hundir.”
Piroseya dengdana taybet ji bo hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê îro (În, 18.10.2024) bi tevlîbûna 215 hezar endamên hêzên navxwe, Wezareta Pêşmerge û endamên Kurd ên nav hêzên artêşa Îraqê bi rê ve çû.