Li gorî hilbijartinên berê, PDKê dengên xwe zêde kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî hilbijartinên 2018an ên Parlamentoya Kurdistanê, PDKê di hilbijartinên îsal de zêdetir ji 104 hezar deng zêde kirine.

Roja Înê 18ê Cotmehê dengdana taybet û roja Yekşemê 20ê Cotmehê jî dengdana giştî ya xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû. Di dengdana taybet de rêjeya beşdarbûnê ji %97 û di hilbijartinên giştî de jî ji %72 derbas bû.

Di hilbijartinên 2018’an de, PDK’ê zêdetir ji 688 hezar û 70 deng bidest xistibûn. Vê carê û li gorî encamên destpêkê yên nefermî jî, PDK’ê zêdetir ji 792 hezar û 288 deng stendine. Ango 104.218 deng zêdetir kirine.

Hejmara dengên partiyên siyasî li gorî encamên destpêkê yên nefermî:

PDK: 802.658 deng

YNK: 348.289 deng

Niwey Niwê: 270.025 deng

Yekgirtûya Îslamî: 110.153 deng

Komela Dadgerî: 60.514 deng

Tevgera Gorranê: 11.171 deng

Tevgera Helwest: 51.093 deng

Bereya Gel: 30.124 deng

 
Fly Erbil Advertisment