Li Diyarbekirê bihayên meywe û sebzeyan zêde bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê bi guhertina demsalê re zivistana reş tê bazara. Bi zêdebûna bihayan re zivistanek dijwar li benda welatiyên hejar e. Banka navendî ji bo meha cotmehê rêjeyên faîzê ji %50 de hişt, lê ev yek di bihayên bazara de xuya nebû.

Li Diyarbekirê, buhayên fêkî û sebzeyan ku dezgehên bazaran şên û rengîn dikin, her ku diçe zêde dibin. Ji ber bandora zêdebûna buhayên fêkî û sebzeyan welatî di ber dezgeyan de dest vala vedigerin malên xwe. Bıhayên Sebze û fêkîyên demsala havînê  ku di havînê de jî erzan nebû, hatina zivistanê bu sedema metirsîyê.

Bazarvan Mehmet Engin: “Ê ku dihat kîlokî distend tê dibe qisurê mêze neke bira nîv kilo be. Wextê vala dike nava dile me dişewite. Mirovên kû 5 kîlo dikirî ana kîlokî dikire. Evê kû 10 kîlo dikirî ana 2 kîlo dikire. Berê ê ku bi 3 selikê bazarê dihatin ana 2 turik bi destê xwe digrin, fedî dikin rêya xwe diguherînin.”

Bazarvan Yusuf Kiran: “Mirov dixwaze her tişt erzan be. Xelkê Dîyarbekir tiştê baş erzan bikirin.lê ana mêze dikî firingî 25-30-35 lîre ye. li halê jî  28 lîre 29 lîre diguhere.”

Li nav bazarê de qelebalığeke zêde heye. Lê welatî ji  ber buhayên zêde gelek caran dest vala diçin malên xwe. Welatî jî divên buha gelek zêdeye. Ê dewlemend dixwen ê feqîr lê mêze dikin. 

Welatî Mahmut Demir: “Tirîyê reza ê reş ku nayê xwarinê kilo 50 lîre ye.”

Welatî Zeynep Guzel: “Dibên sebir. Ê zikê birçî bi sebrê disekine. Dibên sebir bikin. Ê welle bi zikê birçî mirov nikare bisekine. Tu tê bazare dest vala diçî. Kîlokî firingî 25 lîre ye. Kîla xiyara 50 lîre ye. E tû çibikî.Tu bi bêrîka vala têy û ji xwe re mêze dikî û dile te di herê lê tu nikarî bixwî. Kîla tirî 70- 80 lîreye. Ê di bêrîka te de çi heye? Ya 200 yan jî 300 lîre heye. Tû wî ji xerc bikî herî male bê nan dimînî.”

Welatî Ahmet Taş: “Ez teqawîd bume. Mêze ke dû turik 250 lîre. Emê çi bikin?”

Bi hatina demsala ziviztanê re bihayên fekî û sebzeyan gelek zêde bû. Bihayên tirî ji 60 lîreyî dest pê dike û bihayên firingîya 30 lîreyî de dest pê dike. Bi vî awayî welatî edî nikarin sebze û fekîya bistînin û bibin malên xwe. 

 
 
Fly Erbil Advertisment